05/04/2026
Mesîh rabû! Bi rastî rabû! ☀️ Kevir hat gêrkirin, gor vala ye, û mirin hat têkbirin! ✝️
Îro em bûyera herî mezin a dîrokê pîroz dikin, rabûna Rizgarkarê me Îsa Mesîh ji nav miriyan. Gorê nekarî wî bigire, û mirinê nekarî bi ser wî de bikeve. Bi rabûna xwe, wî hêviyeke zindî û jiyana herabedî da me.
"PÎROZ BE XWEDÊ Û BAVÊ XUDANÊ ME ÎSA MESÎH, YÊ KU LI GOR DILOVANIYA XWE YA MEZIN, BI RABÛNA ÎSA MESÎH JI NAV MIRIYAN, EM JI NÛ VE JI BO HÊVIYEKE ZINDÎ ANÎN DINYAYÊ." (1 Petrûs 1: 3)
Cejna Rabûnê li we hemûyan pîroz be! Bila şahî û hêviya Mesîhê Rabûyî di dilê we de be!