27/05/2026
Ku /Tr
Daxuyaniya Hevbeş a Komele û Saziyên Êzidiyan
Derbarê projeyên Santralên Enerjiya Rojê (GES) yên ku li herêma Midyad / Mêrdîn û Beşîrî / Batmanê hatine plan kirin.
Gelek komele, saziya çandî û rêxistinên mafên mirovan ên Êzidiyan; pêşketinên têkildarî projeyên berfireh ên Santralên Enerjiya Rojê (GES) yên ku li ser axa gundê Güven (Bacin) yê Midyad / Mêrdînê û her weha li herêma Beşîrî / Batmanê ku sêzdeh gundên Êzidiyan lê hene hatine plan kirin, bi baldarî û hestiyariyek mezin dişopînin.
Wekî sazî û rêxistinên Êzidiyan, em dixwazin di destpêkê de bi awayekî vekirî bêjin ku em di prensîbê de piştgirîya enerjiya nûjenkirî û siyasetên enerjiya ji bo pêşerojê dikin. Bikaranîna bi berpirsiyar a çavkaniyên xwezayî û têkoşîna li dijî krîza gerdûnî ya av û hewayê, ji berpirsiyariyên herî bingehîn ên serdema me ne. Lêbelê, geşepêdana domdar divê bi rêzgirtina mafên hindikahiyên dîrokî, parastina qadên jiyanê yên çandî û her weha hestiyariyên civakî û ekolojîk were bicihanîn.
Ew erdên bahse wan tê kirin, ne erdên vala ango bêqîmet in. Berovajî wê, ev herêm bi sedsalan beşek ji jiyana civakî, çandî û aborîya gelê Êzidî ne. Ew wekî zozanên çandiniyê û herêmên xwezayî têne bikaranîn. Ew Jibo çend malbatên Êzidî yên hindik kû hînjî li herêmê mane girîngiyeke jiyanî ne. Ew bingehên jiyana gund diparêzin û di heman demê de alîkarîya parastina resenîye avahîyên gund, herwiha çanda kişt û kalî yên ku bi deh salên borî de bi giranî hatine wêran kirin parêzin. Her weha, ev erd bi dîroka bav û kalan a gundê Bacinê (Güven) ve bi awayekî girîng girêdayî ne. Dema berê ew herêma destnîşan kirî, wekî goristan û cihên pîroz (ziyaret) bi wateyeke kûr a olî û çandî dihatin bikaranîn. Di vê çarçoveyê de, projeya plansazkirî ya avakirina santrala enerjiya tavê li ser van erdan ji aliyê civaka gund ve bi fikar û nerazîbûneke eşkere tê nîşandan, herwiha wekî müdaxeleyek din li ser wargehên jiyanî, bîranîn û çandî yên dîrokî tê nirxandin.
Civaka Êzidiyan li Tirkiyeyê di dîroka nêzîk de bi travmayên kûr, koçberiya bi zorê, derxistina civakî û windahiyên mezin re rû bi rû maye. Salên berê hezaran malbatên Êzidiyan neçar man ku gundên xwe bihêlin û bi taybetî ber bi Almanyayê û welatên cuda yên Ewropayê ve koç bikin. Gelek gund vala bûn, avahîyên çandî û olî lawaz bûn û civakên ku bi sedsalan li van axan hebûn, hema hema giştî liber xeta tunebûnê ne. Ji ber vê yekê, tevgera vegera ku di van salên dawî de her çend bi sînordarî jî were dîtin, ji bo civaka Êzidiyan wateyeke pir girîng heye. Ji bo Gelek malbatên Êzidiyan ji nûve avakirina mal, goristan, cihên pîroz û gundên xwe serişteyên maddî, ked û hêviyên girîng çêbûn. Ev pêşketin di nav civakê de wekî pêvajoyeke hêvîbaxş ji bo pêşerojê tê nirxandin.
Di van demên dawî de, ku girîngiyek zêdetir ji bo diyalog û axaftinên erênî tên dayîn, her wiha pêvajoya vegera gundan jî hêdi hêdî hêz û l*z digire, bi derketina hin Pirsgirêk û projeyan wê bibê sebeba encamên li dijî vê rêgezê erênî. Gûman û nîgeraniyên rewa hene, ku ev curên gav û proje dikarin pêvajoya jibo ji nûva avakirina gundan û vejandina jiyana civakî û çandî hatiye destpêkirin, di demek dirêj de lawaz bikin an jî bi awayekî neyînî bandorê liser wê bihêlin.
Her tam ji ber vê yekê, pêşketinên heyî di nav civaka Êzidiyan de bi hestiyariyek mezin tên nirxandin. Sepandinên ku ji aliyê gelê herêmê ve wekî metirsiyek li dijî qadên jiyanê tên dîtin, dikarin bibin sedema zirarê li atmosfera baweriyê ya ku bi demê re dest bi avabûnê kiriye. Ev rewş dibe sedema ku gelek hemwelatiyên me yên Êzidî ji bo pêvajoyên vegera demdirêj û pêşeroja hebûna xwe ya çandî û civakî fikarên cidî peyda bibin.
Nirxandina gund, zozan û axên çandinî yên kevneşopî di çarçoveya projeyên mezin de; ji aliyê gelek kesan ve wekî pêşxistina berjewendiyên aborî li pêş hewcedariyên hindikahiyeke ku di dîrokê de bedelên giran daye tê dîtin. Ev yek jî dikare di demeke dirêj de hem pêvajoyên vegerê bi awayekî neyînî bandor bike û hem jî hebûna Êzidiyan li herêmên Midyad û Batmanê bêtir lawaz bike.
Her weha, li ser van xalên jêrîn fikarên cidî hene:
• Windabûna zozan û axên çandinî yên kevneşopî,
• Bandorên ekolojîk ên ku di qadên hestiyar ên xwezayî de dikarin derkevin holê,
• Îhtîmala zirardîtina cihên çandî, olî û dîrokî,
• Nebûna agahdarkirina têr a gelê herêmê û nebeşdarbûna wan di pêvajoyên biryardanê de,
• Bandorên civakî û aborî li ser civaka Êzidiyan a ku li herêmê dijî,
• Encamên neyînî yên ku dikarin li ser pêvajoyên veger û ji nûva avakirinê yên pêşerojê çêbibin.
Di vê çarçoveyê de em pêwîst dibînin ku rêyên çareseriya alternatîf bi cidiyet werin nirxandin û diyaloga bi beşên civakî yên têkildar re bêtir were xurtkirin.
Komele û sazîyên Êzidiyan yên ku binîvîs in, bi taybetî pêşniyar dikin ku van xalên jêrîn werin nirxandin:
1. Nirxandina Herêmên Alternatîf
Girîng e ku projeyên enerjiya rojê li şûna herêmên hestiyar ên çandî, dîrokî û ekolojîk, li qadên ku binesaziyên wan guncaw in an jî berê ji bo armancên cuda hatine bikaranîn, werin bicihanîn.
2. Piştgiriya Modelên Enerjiyê yên Ne-Merkezî
Bi saya sepanên piçûktir ên enerjiya rojê ku li ser avahî û banan tên saz kirin, dikare hem hilberîna enerjiya domdar were peyda kirin û hem jî jiyana kevneşopî ya gundan were parastin.
3. Nirxandina Hevbeş a Çandinî û Hilberîna Enerjiyê
Bi modelên wekî agro-fotovoltaîk, çandinî, heywandarî û hilberîna enerjiyê dikarin bi hev re bêne domandin; bi vî awayî şêweyên bikaranîna kevneşopî ya erdan jî tên parastin.
4. Parastina Gundên Vegera Êzidiyan
Piştgirî û parastina taybet a gundên Êzidiyan li herêmên Midyad û Batmanê, ji bo parastina mîrata çandî, geşepêdana gundewarî ya domdar û lihevhatina civakî girîngiyek mezin heye.
5. Lêkolînên Serbixwe yên Zanistî û Çandî
Berî sepandina projeyan, divê bandorên ekolojîk, arkeolojîk, dîrokî û olî ji aliyê pisporên serbixwe ve bi awayekî berfireh werin lêkolînkirin.
Bange me ji sazîyên desthilatdar, dezgehên dadwerî, biryarderên siyasî û rêxistinên neteweyî û navneteweyî re ew, ku berpirsiyariya dîrokî ya li hemberî gundên Êzidiyan li herêmên Midyad û Batmanê bi hestiyariyek mezin were nirxandin.
Têgihiştina geşepêdana domdar divê nebe sedema ku civakên biçûk careke din qadên jiyana xwe winda bikin an jî hesta ewlehî û baweriya wan a ji bo pêşerojê were têkbirin. Siyasetek enerjiyê ya berpirsiyar divê aliyên ekolojîk, civakî, çandî û mafên mirovan bi hev re nirxandina yekpare bike û parastina civakên dîrokî wekî beşeke nayê veqetandin ji geşepêdana pêşerojê qebûl bike.
Îmzedaran:
1. Civaka Êzidî ya Bielefeld-OWL
2. Civaka Êzidî ya Emmerich e.V.
3. Civaka Êzidî ya Sulingen e.V.
4. Civaka Êzidî ya Wilhelmshaven e.V.
5. Navenda Çanda Êzidî ya Bremen û derdora wê e.V.
6. Navenda Çanda Êzidî ya Celle e.V.
7. Civaka Êzidî ya Westmünster e.V.
8. Dengê Azad (DRA)
9. Civaka Êzidiyan ya Bochum e.V.
10. Civaka Êzidiyan ya Bergen e.V.
11. Enstîtûya Zanistên Êzidî e.V.
12. Komela Cil û Bergên Kevneşopî ya Êzidî ya Oldenburg e.V.
13. Divana Gundê Bacinê (Tirkiye)
14. Ronahî Diepholz – Komela Çandî û Civakî ya Êzidî e.V.
15. Civaka Êzidî ya Osterholz e.V.
16. Forûma Êzidî ya Oldenburg e.V.
17. Forûma Êzidî ya Delmenhorst e.V.
18. Komela Çanda Êzidî ya Ostfriesland e.V.
19. Komela Çandî û Civakî ya Êzidî e.V.
20. Navenda Çand û Mafên Êzidî
21. Yekîtiya Eyaleta Niedersachsen ya Êzidiyan e.V.
22. Navenda Çanda Êzidî ya Liège (Belçîka)
23. Fêdêrasyona Êzdiyên Fransa
24. Mala Êzdiyan a Rouenê – Fransa
25. Yekîtiya Êzdiyan a Amiensê – Fransa
26. Mala Êzdiyan a Bordeaux – Fransa
27. Mala Êzdiyan a Valence – Fransa
28. Mala Êzdiyan a Lille – Fransa
29. Civaka Êzidî ya Rheinland-Pfalz e.V. (2013)
30. Civaka Çand û Civakî ya Êzidî ya Berlînê e.V.
31. Akademiya Navneteweyî ya Êzidiyan e.V.
32. Şengal – Komela Çand û Medyaya Êzidî e.V.
33. Yakbûna Êzidiyan – Herêma Hameln-Pyrmont e.V.
34. Roja Êzidî ya Stuttgart e.V.
35. Navenda Soykirina Êzidiyan e.V.
36. Komela Çanda Êzidî ya Bielefeld e.V.
37. Mala Êzidiyan ya Lüneburg e.V.
38. Rêxistina Alîkariya Êzidî Roj
39. Komela Êzidî ya Meinersen
40. Komela Çand û Kevneşopî
41. Civaka Êzidiyan li Norwêcê
42. Komela Thüringen e.V.
43. Rêxistina Mafên Mirovan ya Êzidî
44. Navenda Karûbarên Êzidiyan
45. Komela Ciwanên Êzidî – Awistralya
46. Enstîtûya Hevkariya Êzidî Rojnas e.V.
47. Rêxistina Xizmetên Giştî Zuhoor – Hannover
48. Mala Êzidxanê ya Dortmund û derdora wê e.V.
49. Civaka Êzidî ya Almanyayê e.V.
50. Yekîtiya Êzidiyan ya Hamburg – Bengeh Ezidiati
51. Koma Birayên Êzidî
52. Komela Çanda Êzidxan74 ya Freiburg e.V.
53. Yekîtiya Êzidiyan e.V.
54. Meclîsa Dînî ya Êzidî e.V.
55. Rêxistina Alîkarî û Pêşveçûnê ya Şengal Heart
56. EBKK – Perwerde, Huner û Çanda Êzidî e.V.
57. Akademiya Hêzkirinê JANGO
58. Komela Dostaniya Alman-Êzidî e.V.
59. Komela Çanda Êzidî ya Krefeld e.V.
60. Mala Êzidiya Hildesheim
61. Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê e.V.
62. Hevbendiya Êzidiyên Sûriyê e.V.
63. Komela Çanda Alman-Êzidî e.V.
64. Mala Êzidiya Cloppenburg
65. Navenda Çanda Êzidî ya Berlîn e.V.
66. Navenda Çanda Êzidî ya Hannover e.V.
67. Federasyona Konseya Jinên Êzidî e.V.
68. Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlîn
69. Komela Jinên Êzidî ya Achim e.V.
70. NAV-YEK – Yekîtiya Navendî ya Komelên Êzidî e.V.
71. Komela Çanda Êzidî ya Heidekreis e.V.
72. Navenda Çanda Êzidî ya Wesel e.V.
73. Civaka Êzidî ya Verden e.V.
74. Navenda Çanda Êzidî ya Hameln e.V.
75. Civaka Êzidî ya OWL e.V.
76. Navenda Huner û Çanda Êzidî ya Löhne
77. Tifaqa Civaka Êzidî
78. Civaka Êzidî ya Ninburg e.V.
79. Ciwaka Ezidi ya Sare Kanye e.v.
****************
Ezidî Dernek ve Kurumlarının Ortak Açıklaması
Midyat / Mardin ili ile Beşiri / Batman bölgesinde planlanan Güneş Enerji Santrali (GES) projelerine ilişkin
Çok sayıda Ezidî derneği, kültür ve insan hakları kuruluşu; Midyat / Mardin iline bağlı Güven (Bacin) köyü ile toplam on üç Ezidî köyünün bulunduğu Beşiri / Batman bölgesindeki araziler üzerinde planlanan geniş kapsamlı Güneş Enerji Santrali (GES) projelerine ilişkin gelişmeleri büyük bir dikkat ve hassasiyetle takip etmektedir.
Ezidî kurumları olarak öncelikle açıkça ifade etmek isteriz ki; yenilenebilir enerji yatırımlarını ve sürdürülebilir enerji politikalarını ilkesel olarak desteklemekteyiz. Doğal kaynakların sorumlu biçimde kullanılması ve küresel iklim krizine karşı mücadele, çağımızın en temel sorumlulukları arasında yer almaktadır. Bununla birlikte, sürdürülebilir kalkınma politikalarının; tarihsel azınlıkların hakları, kültürel yaşam alanlarının korunması ile sosyal ve ekolojik hassasiyetler gözetilerek hayata geçirilmesi büyük önem taşımaktadır.
Söz konusu alanlar, atıl veya önemsiz araziler değildir. Aksine, bu bölgeler yüzyıllardır Ezidi toplumunun sosyal, kültürel ve ekonomik yaşamının ayrılmaz bir parçası olmuştur. Geleneksel mera, tarım ve doğal alanlar olarak kullanılmakta olup, bölgede kalan az sayıdaki Ezidi aile için hayati bir öneme sahiptir. Kırsal yaşam biçimlerinin temelini oluşturmakta ve son yıllarda büyük ölçüde tahrip olmuş köy ve kültürel yapıların korunmasına katkı sunmaktadır.
Bunun yanı sıra, Güven (Bacin) köyündeki ataların tarihi ile güçlü bir şekilde bağlantılı olup, geçmişte mezarlıkların yanı sıra derin dini ve kültürel anlam taşıyan kutsal mekânlar olarak da kullanılmıştır. Bu bağlamda, söz konusu alanlar üzerinde planlanan güneş enerjisi santrali projesi, köy topluluğu tarafından açık bir şekilde olumsuz karşılanmakta ve tarihsel olarak şekillenmiş yaşam, hafıza ve kültür alanlarına yönelik ilave bir müdahale olarak değerlendirilmektedir.
Türkiye’deki Ezidî toplumu, yakın tarihinde derin travmalar, zorunlu göçler, toplumsal dışlanma ve büyük kayıplarla karşı karşıya kalmıştır. On yıllar önce binlerce Ezidî aile, kendi köylerini terk etmek zorunda kalmış; başta Almanya olmak üzere Avrupa’nın çeşitli ülkelerine göç etmiştir. Çok sayıda köy boşalmış, kültürel ve dini yapılar zayıflamış ve yüzyıllardır bu topraklarda varlık gösteren topluluklar neredeyse tamamen yok olma noktasına gelmiştir.
Bu nedenle, son yıllarda gözlemlenen sınırlı da olsa geri dönüş hareketleri Ezidî toplumu açısından son derece anlamlıdır. Birçok Ezidî aile; evlerinin, mezarlıklarının, kutsal mekânlarının ve köylerinin yeniden inşası için ciddi maddi kaynaklar, büyük emek ve önemli umutlar ortaya koymuştur. Bu gelişmeler toplum içerisinde geleceğe dair umut verici bir süreç olarak değerlendirilmiştir.
Son dönemde diyalog ve karşılıklı görüşmelere artan ölçüde önem atfedilirken ve aynı zamanda köylere geri dönüş süreci giderek ivme kazanırken, tam da buna ters yönde sonuçlar doğurabilecek girişim ve projelerin gündeme gelmesi dikkat çekici bir durum olarak değerlendirilmektedir.
Bu tür girişimlerin, başlatılmış bulunan köylerin yeniden inşası ile toplumsal ve kültürel yaşamın yeniden canlandırılması sürecini uzun vadede zayıflatabileceği, hatta olumsuz yönde etkileyebileceği yönünde haklı kaygılar bulunmaktadır.
Tam da bu nedenle, mevcut gelişmeler Ezidî toplumu içerisinde ciddi bir hassasiyetle değerlendirilmektedir. Yerel halk tarafından yaşam alanlarına yönelik bir tehdit olarak algılanabilecek uygulamalar, zaman içerisinde oluşmaya başlayan güven ortamının zarar görmesine yol açma riski taşımaktadır. Bu durum, birçok Ezidî vatandaşımızın uzun vadeli geri dönüş süreçleri ile kültürel ve toplumsal varlıklarının geleceğine ilişkin kaygılar taşımasına neden olmaktadır.
Geleneksel köy, mera ve tarım alanlarının geniş ölçekli projeler kapsamında
değerlendirilmesi; birçok kişi tarafından ekonomik çıkarların, tarihsel olarak ağır bedeller ödemiş bir azınlığın ihtiyaçlarının önüne geçirildiği yönünde algılanabilmektedir. Bunun ise uzun vadede hem geri dönüş süreçlerini olumsuz etkileyebileceği hem de Midyat ve Batman bölgelerindeki mevcut Ezidî varlığını daha da zayıflatabileceği değerlendirilmektedir.
Bunun yanı sıra aşağıdaki hususlara ilişkin ciddi endişeler bulunmaktadır:
• Geleneksel mera ve tarım alanlarının kaybı,
• Hassas doğal yaşam alanlarında oluşabilecek ekolojik etkiler,
• Kültürel, dini ve tarihi alanların zarar görme ihtimali,
• Bölge halkının yeterince bilgilendirilmemesi ve karar süreçlerine yeterli düzeyde dahil edilmemesi,
• Bölgede yaşayan Ezidî toplumu üzerindeki sosyal ve ekonomik etkiler,
• Gelecekteki geri dönüş ve yeniden yapılanma süreçleri üzerindeki olası olumsuzsonuçlar
Bu çerçevede; alternatif çözüm yollarının ciddi biçimde değerlendirilmesini ve ilgili toplum kesimleriyle yürütülen diyaloğun daha kapsamlı şekilde güçlendirilmesini gerekli görmekteyiz.
İmzası bulunan Ezidî dernek ve kurumları özellikle aşağıdaki hususların değerlendirilmesini önermektedir:
1. Alternatif Alanların Değerlendirilmesi
Güneş enerjisi projelerinin; kültürel, tarihi ve ekolojik açıdan hassas bölgeler
yerine, altyapısı uygun veya daha önce farklı amaçlarla kullanılmış alanlarda hayata geçirilmesi önem arz etmektedir.
2. Merkezi Olmayan Enerji Modellerinin Desteklenmesi
Mevcut bina ve çatı sistemleri üzerinde kurulabilecek daha küçük ölçekli güneş enerjisi uygulamaları sayesinde sürdürülebilir enerji üretimi sağlanabilirken, geleneksel köy yaşamı da korunabilir.
3. Tarım ve Enerji Üretiminin Birlikte Değerlendirilmesi
Agro-fotovoltaik gibi modeller sayesinde tarım, hayvancılık ve enerji üretimi bir arada sürdürülebilir; böylece mevcut arazilerin geleneksel kullanım biçimleri korunabilir.
4. Ezidî Geri Dönüş Köylerinin Korunması
Midyat ve Batman bölgelerindeki Ezidî köylerinin; kültürel mirasın korunması, sürdürülebilir kırsal kalkınma ve toplumsal uzlaşı açısından özel olarak desteklenmesi ve korunması büyük önem taşımaktadır.
5. Bağımsız Bilimsel ve Kültürel İncelemeler
Projelerin uygulanmasından önce; ekolojik, arkeolojik, tarihi ve dini etkilerin bağımsız uzmanlar tarafından kapsamlı şekilde incelenmesi gerekmektedir.
Yetkili kurumlara, yargı mercilerine, siyasi karar alıcılara ve ulusal ile uluslararası kuruluşlara çağrımız; Midyat ve Batman bölgelerindeki Ezidî köylerine ilişkin tarihsel sorumluluğun hassasiyetle gözetilmesidir.
Sürdürülebilir kalkınma anlayışı, küçük toplulukların yeniden yaşam alanlarını kaybetmesine veya geleceğe dair güven duygularının zedelenmesine yol açmamalıdır. Sorumlu bir enerji politikası; ekolojik, sosyal, kültürel ve insan hakları boyutlarını birlikte değerlendirmeli ve tarihsel toplulukların korunmasını sürdürülebilir kalkınmanın ayrılmaz bir unsuru olarak kabul etmelidir.
Destek ve imza verenler:
1. Bielefeld-OWL Êzidî Cemaati
2. Emmerich Êzidî Cemaati Derneği
3. Sulingen Êzidî Cemaati Derneği
4. Wilhelmshaven’daki Êzidî Cemaati Derneği
5. Bremen ve Çevresi Êzidî Kültür Merkezi Derneği
6. Celle Êzidî Kültür Merkezi Derneği
7. Westmünster Êzidî Cemaati Derneği
8. Özgür Ses (DRA
9. Bochum Eziden Topluluğu e.V.
10. Bergen Eziden Topluluğu e.V.
11. Ezidische Bilim Enstitüsü e.V.
12. Oldenburg Jesidischer Trachtenverein e.V.
13. Divana Gundê Bacinê (Türkiye)
14. Ronahi Diepholz – Yezidischer Kultur- und Sozialverein e.V.
15. Osterholz Yezidische Gemeinde e.V.
16. Oldenburg Yezidisches Forum e.V.
17. Delmenhorst Yezidisches Forum e.V.
18. Ostfriesland Yezidischer Kulturverein e.V.
19. Yezidischer Kultur- und Sozialverein e.V.
20. Ezidi Kültür ve Haklar Merkezi
21. Niedersachsen Ezidileri Eyalet Birliği e.V.
22. Liège Ezidi Kültür Merkezi (Belçika)
23. Ezidiler Fêdêrasîona Fransa
24. Ezidi Evi Rouane Fransa
25. Ezidi Evi Amians Fransa
26. Ezidi Evi Bordeaux Fransa
27. Ezidi Evi Valence Fransa
28. Ezidi Evi Lille Fransa
29. Ezidische Gemeinde Rheinland-Pfalz e.V. (2013)
30. Berlin Ezidi Kültür ve Topluluğu e.V.
31. Ezidian International Academy e.V.
32. Şengal Ezidi Kültür ve Medya Derneği e.V.
33. Yakbûna Ezidiya – Hameln-Pyrmont e.V.
34. Stuttgart Ezidi Güneşi e.V.
35. Ezidi Soykırım Merkezi e.V.
36. Bielefeld Ezidischer Kulturverein e.V.
37. Lüneburg Ezidi Evi e.V.
38. Ezidi Roj Yardım Kuruluşu
39. Meinersen Ezidi Derneği
40. Kültür ve Gelenek Derneği
41. Yezidene Samfunn i Norge
42. Thüringen Topluluğu e.V.
43. Yezidi İnsan Hakları Örgütü International
44. Ezidiler İşleri Merkezi
45. Avustralya Ezidi Gençlik Derneği
46. Rojnas Ezidi Dayanışma Enstitüsü e.V.
47. Zuhoor Kamu Hizmetleri Kuruluşu – Hannover
48. Dortmund ve çevresi Mala Ezidxan e.V.
49. Almanya Ezidi Topluluğu e.V.
50. Hamburg Yezidi Derneği – Bengeh Ezidiati
51. Jesidischer Brüderkreis
52. Ezidxan74 Kültür Derneği – Freiburg e.V.
53. Ezidiler Birliği e.V.
54. Ezidi Din Konseyi e.V.
55. Şengal Heart Yardım ve Kalkınma Organizasyonu
56. EBKK – Ezidi Eğitim, Sanat ve Kültür e.V.
57. JANGO Güçlendirme Akademisi
58. Alman-Jesidi Dostluk Derneği e.V.
59. Krefeld Jesidi Kültür Derneği e.V.
60. Hildesheim Mala Ezidiya
61. Suriye Ezidileri Birliği e.V.
62. Suriye Ezidileri İttifakı e.V.
63. Yezidi-Alman Kültür Derneği e.V.
64. Cloppenburg Mala Ezidiya
65. Berlin Ezidisches Kulturzentrum e.V.
66. Hannover Ezidisches Kulturzentrum e.V.
67. Ezidi Kadınlar Konfederasyonu e.V.
68. Berlin Ezidi Kadınlar Konseyi
69. Achim Ezidi Kadınlar Derneği e.V.
70. NAV-YEK – Ezidi Dernekleri Merkez Birliği e.V.
71. Heidekreis Ezidi Kültür Derneği e.V.
72. Wesel Ezidisches Kulturzentrum e.V.
73. Verden Ezidi Topluluğu e.V.
74. Hameln Ezidi Kültür Merkezi e.V.
75. OWL Ezidi Topluluğu e.V.
76. Löhne Ezidi Sanat ve Kültür Merkezi
77. Ezidi Topluluk İttifakı (Tifaqa Civaka Ezidi)
78. Nienburg Yezidi Topluluğu e.V.
79. Serê Kaniyê Ezidi Cemaati Derneği“